
Dayikên Aştiyê li pêşiya Wezareta Karên Derve ne Dayikên Aştiyê yên li dijî êrişên ser Kurdan ên li Helebê ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê, gihiştin bajar. Endamê Meclisa Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên ser taxên Helebê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê, gihiştin bajar. Dayikên Aştiyê, ji bo protestokirina Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ku bi daxuyaniyan piştgirî dabû êrişan, hatin pêşiya wezaretê. Polîsan, ji bo astengkirina dayikan berîqet danîn. Dayikan, li pêşiya berîqetan dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Na ji şer re aştî a niha” berz kirin. Berxwedana dayikan berdewam e. (mezopotamyaajansi)
